qurbanî leb û kułme û dû çawî xumarit

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  104 views
ew şoxe deka ẍaretî mał û dił û dînim
ya řebbî nebînim, ke demê yar nebînim
ew perçem û kakołe, eka kol û terazûm
herçende ke ’eyyare, le mi’yarî emînim
bem çawe dił’arame, dił aramî nemawe
her ẍemze be sed tîrewe, hatote kemînim
ẍem, hate diłî piř ẍem û xwênawî xeyałatAlternative Versions: ẍem, hate diłî teb û xwênawî xeyałat
wa jarî fîraqit etkênête birînimAlternative Versions: her zehrî fîraqit eřjênê le birînim
qurbanî leb û kułme û dû çawî xumarit
em nîw řemeqey řoḧe, demê bêre serînim
carê nebû ey diłberî ’eyyar, be maçêAlternative Versions: carê nebû ey şahîdî ’eyyar, be lutfê
piř şewqî bikey, em diłey piř xwên û girînimAlternative Versions: hełkey bewefa dîdeyî piř xwên û girînim
meylî le hewadarîye, dû sunbulî gêsûtAlternative Versions: mecbûrî hewadarîye, dû sunbulî gêsût
çî dawe le tawî şererî ahî betînim?
zahîd bide ber tîẍî cemałit, wekû cellad
ta polî cinokan nexzênête cebînimAlternative Versions: ta şêweyî şeytan nexzênê le cebînim
řacîPen name, le hemû kirdeyî piř maye ke derçûm
daẍî senemêkim le dił mawe, ẍemînim