le bazařî cwananda qelaşim
Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
1 Xulek
142 Dîtin
le bazařî cwananda qelaşim
le kiřyar û firoşyaran belaşim
ke ferdêkim be xembarî le dunya
be tenyayî, meger ḧeq bê, wełaşim
be xom diłxoş û, baweř piř le hîwa
le řêy hozim, diřan kewş û kiłaşim
demê ’îşqim be bała û çawî kurde
demê sewday mey û berg û mi’aşim
be tîşe, «bawke azer» dar etaşê
be pîşe, min heway diłdar etaşim
le katê, ḧałetî kurdim řeçaw kird
etaşim laserî xom û biraşim
cematî mestî û bezim û zemawen
ke têk naçê be bomba û řeşaşim
seba xêra be, kurdan behrewer ke
be bonxoşî, heta bêjme te, başim
le ayîn û řewştî bawik û bapîr
zyadim kird, teyatro û sînemaşim
newek her bawke kuştey destî çerxim
emin tałankirawî bîr û řaşim
diłim bew diłberey awate xoşe
ke bête baweşî řojanî başim
le hełsenganî çerx û karî, jîkoNasnava edebî!
be pêşî kes nekewtim, her le paşim