le ’alemda giriftarî kemendî xanedanêkim

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  95 Dîtin
le ’alemda giriftarî kemendî xanedanêkim
şepirzey destî çerxî řûmetî xanim fiłanêkim
şewêkim dîwe, sa ’umrî dirêjim axîrî xêre
le maç û baweş û bon û mijînî newcewanêkim
demêk bû, beşbiřawî zewq û noşî ew nîgarem bû
emêste des be bac û, ser be tac û, xoş zimanêkim
ewende hatim û lêm laneda, lutfî ke kird yarim
îtir wa tê egem şahî çwarquřney cîhanêkim
newey şahan û begzadane, berz û terz endame
qiřan û merge, boye dił, behoy xawen qiřanêkim
benaz û, nazk û, şox û, cîhangîrî diłî xełke
minî bêkes le şermanî, çi bê gyan û jyanêkim
wiłatî girte des xoyî û, serî řacîNasnava edebî be sewda da
minîş mawim, le dawî bêkesîda natewanêkim