taqe swarî ’îşqî dû çawim, le řê danabezim

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  98 Dîtin
taqe swarî ’îşqî dû çawim, le řê danabezim
gerçî qewmawîşe cengî dił, le cêda nabezim
xanumanane le kûçey baxda, xunçem ke dî
min witim: boç ’aczî? cana witî: boç ’aczim?!
bem ber û sîne û memaney, çunke gencî zahîye
gerçî xoy lada, beřastî, destî xom bird bîdzim
ta xerîkî gestinî lêwî şekerbarî to bûm
hênde bû lêw û zimanî xom bicnim û bîgezim
pêçewaney pêçekey, pêçkey diłî pêçrawme
destewaney destekey, bestûye destî qaqezim
kase kellem, kembere û dugmey ke exrîngênewe
çawî hełdênê be řûma, beşke kwêr bê naḧezim
hêzî komełperwerîm xistote diłdarî, bełam
çeşnî řacîNasnava edebî gîrewey set karesat û qełbezim