ey senem! êste leber ’îşqî to, min derbederim

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  101 Dîtin
ey senem! êste leber ’îşqî to, min derbederim
bêkes û, xesteten û, piř xefet û quřbeserim
gułşenêkit heye perjîne le ’alem, emma
ne wekû min, ke dekey qet’î demar û cigerm
tû xuda, bîke be xêrî ser û gořî babit
bide maçêkî lebit, bigre kemał û hunerim
besîyetî, sext diłîy ça nîye, řeḧmêkit bê
qedeḧê bawe demim, ḧelqeyê bawe kemerim
le’lî têrawî hebû yarim û neydamê, witî:
heste xêra be biřo lêre, ke ḧusnulbeşerim
agirêkî be hewes xistewe sînem, dîsan
be serî dûkełî çawim, be diłî wek cemerim
na’îlacim, le temî qapîyeket bême ḧizûr
çi be merg û çi be weḧşet, senema! newseferim
řeq û wişk û kiz û gîrodeyî sed dawî fenam
çi řefîqêke bipirsê le ḧerîfî, xeberim?
nawî bê’arîye kirdûye leber xoy, řacîNasnava edebî
heş beser ew, be qyasî çi debê? behrewerim