dełên: meḧbûbe lêm torawe, êsta boye bê sebirim

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  110 Dîtin
dełên: meḧbûbe lêm torawe, êsta boye bê sebirim
le naşadî diłim bergeşteye, nêzîke ger bimirim
lewey tirsim nîye ger berdebazî řahî ’alem bim
biła şermendeyî yarim, ke tozî damenî bigirim
le goşey meḧşera dêm řadewestim, ta be axir dê
le řêgey dozexîşa, řadexem succadeyî ecirim
eto, metbû’î ḧeywan û nebat û cewher û ’eqłî
heta lêm dujminî, meḧze, leser to dayeyî qebirim
witim: to serwî, ba min serbeser bitgirme naw baweş
witî: sed sałê meḧşer agirt tê berdeda, cebirim
îlahî! sa dewamî dey, ke daym mey be gerduş xa
sikûnim key le wesłî yar û řêy deşt û çya negirim
qełay bextim wekû řacîNasnava edebî, le hercê sist û řûxawe
le şarî gawrana, muntezîr bo «mûseKes» û «xidirKes»m