xoş le sayey zułfî derkewtin ẍulam

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  215 Dîtin
xoş le sayey zułfî derkewtin ẍulam
giştîyan xencer weşênin, řoj û şam
’eksî awêney le dił degrê, ẍerîb
qet bizir nabê, leber celbî nîzam
lêwî etłesbarî yarim, êk û dû
qîmetî nabê ’êraq û mîsir û şam
zor be tundî, her ke diłber xoy şikand
leşkirî ẍem hêrşî hêna be sam
bimkujî, min řojî meḧşer talîbim
maçî dû lêwit, lebatî întîqam
îḧtîmalî ceng û ’uşret, bo ḧîcab
çunke muşkîl dête berçawim, meqam
zor etirsim, wextê tûşt bim le řê
bête lerzîn qametî sextim temam
natwanim, ger qisêkit pê biłêm
gerçî cêgey ’îşqe tetwîlî kelam
řadebûrî, nîwe ẍemzet piř deka
xaneyî dił, zexim û xerq û iltyam
merdumî çawim ẍubarî ’îşqî girt
key munewwer bê, be tenwîratî cam?
řoḧî řacîNasnava edebî, wa le tûba bestira
cîsmî bê îḧsasî mawe, wesselam