lem řêgeyî ’uşşaqîye, têçûm û neřiskam

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  139 Dîtin
lem řêgeyî ’uşşaqîye, têçûm û neřiskam
lem ḧucreyî bêdengîye, her çabû nefewtam
yarim be nezer, erzî piřî nûr û zya kird
min lem yemî ḧeyranîyeda, boçî nexnikam?!
ey laleřux û, xunçedem û, sîne sureyya
walem le kenarî çemenit, mat û serapam
serkewtî le kêwanî semaḧet be melaḧet
bem zexmî giran hatim û, dakewtim û westam
peykanî nezer, kunkun eka sîneyî piř şor
xendey lebî gułřengî, eba awî diłî cam
řûy sûrî ke hênaye nezarey melek û mułk
dił, zar û birîndare û bê řenge muḧeyyam
deşkê le beha muşkî xeta, bem ser û zułfe
her wek deşekê wextî temaşa, qed û bałam
piř ḧîşmete, piř naze, ser’efraze ḧebîbem
çend nazke, çend çapke, ew mehweşî gułfam
ta coşî neda agirî piř şořşî, neyut:
řacîNasnava edebî, were ser ’îşqperstîy ser û sîmam!.