řû nimaye, her teref, wa şem’î kafûrî lelam

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  109 Dîtin
řû nimaye, her teref, wa şem’î kafûrî lelam
laleyî piř daẍe, dû řû, kewte ufqî kaf û lam
yar beser pencey nîgarî, badeyî gułřeng eda
bulbulî dił hate ḧelqey coş û gułbang û kelam
çend dekem hełgêř û wergêřim nema, lew perçeme
hênd nefamane belaya çûm, le çenber bestiram
dest û baweş, newnemamî kirde qûtî řoḧî xoy
muẍbeçey kakołî yar û, min be newmîdî pisam
dîde ahengî le gułşenda nema, ey canî min
bo nimûney lale û guł, xwên deřêjê řoj û şam
çûme damen, bûme ber pêy ’îşqibazan, bênewa
mamewe bê cê, ke bêbakane hatim têxzam
ẍayle û şor û fuẍanim ger depirsî, řacyaNasnava edebî?!
řêy dirêje, karwan řoyî, minî bê maye wam