dû çawim wa egryen asman ḧał

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  141 Dîtin
dû çawim wa egryen asman ḧał
sibeynê yaxwa bîkate samał
ḧebîbem řojî řûy heł ka be xoşî
diłî perwane, bîsûtê peř û bał
jimarey naye řojanî fuẍanim
be min meylî nefermû, şoxî çawkał
tirazandim qisey terzî cemałî
peşokandî dił û dîn, kar û eḧwał
xudagirtûye herkes řûy nedatê
le qapîda binałê, yarî mindał
hemû qiř bûn ciger sûtawekanit
leser maçî senem, hełmegre obał
mełê to gawrî, êmeş musłiman
be yek řêk nakewê, zunnar û desmał
eger sed ḧelqeyî wer’im lela bê
lepêy zîwînî, min eykem be xiřxał
lelam bêhûdeye řacîNasnava edebî, meşayx
eger bifiřn be bałî peşim û bermał!