be fîday çawî xumarit bim û kakoł û cemał
Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
1 Xulek
225 Dîtin
be fîday çawî xumarit bim û kakoł û cemał
agirî xiste henawim, be xuda tawî xeyał
nabřê ḧusnî to ey dost, wefayê ke be min
ta qyamet bikşê, ger be xerar û be cewał
boseyêkim bideye, bimkuje emca be hewes
çake bo herdû teref, xwên û cînayatî ḧełał
be dizî kuştimî ew yare perî řuxsare
qatîłî min nîye soraxî le layê be dełał
cigerî taze leser agirî řûy danawim
boye ser kułmey, bo zułfe deka sazî şemał
qedeḧî dił le derûn derçû, şika, bade řija
be betałî çîye qazancî, xuda, cîsmî sefał?
ḧelqe û nałeyî ’uşşaqe, le dewrey ḧusinit
megesî zore, bełê, mîweyî dûkanî beqał
dem û sa’et, be xuda, mestî xeyałatî etom
nîye qet sebir û qerarim, ne le seḧra, ne le mał
ḧałî min dûre, le eḧwałî nîgaranî bedî’
çake nedwêm wekû řacîNasnava edebî, le xeyałatî meḧał