nazk û şîrîn û xawen naz û ḧał

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  106 Dîtin
nazk û şîrîn û xawen naz û ḧał
gułbedem, řengîn qełem, mem pirteqał
leb meḧek, zîwîn meçek, gerdin le çek
zułfî sunbuł, řûmetî guł, nafe xał
xwab û xorakim nemawe, çawekem
çon dekey men’im le girye û nałenał?
řêge nadey, cê û řê û ’îlim û edeb
hîç nebim, derwêşim û dêm bo swał
wa le xom bêzar û, mergim, dey řeqîb!
ḧacetî naka, be te’ne û gałegał
xwênî dił, ger hate ser kułmey gułim
deysiřê zû, ew be zułfî peştemał
řacyaNasnava edebî! daym desûtê agirim
danrawe bextî sextim, wişkesał