ey be řûmet mahî taban, wey be bała mu’tedîl

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  115 Dîtin
ey be řûmet mahî taban, wey be bała mu’tedîl
wey be sîma ehlî cennet, çaweket kewser xecîl
ẍunçeleb key dê? be xendey şekkerî gułřengewe
bulbulî awareka, ta yek tebessum munfe’îl
key le sayey řoyn û girjînewet degirim qerar?
ta le koy derdî fîraqit, dem bedem bim munteqîl
saqya! tuxwa le badey çawekanit piř ke cam
her wekû mestanî qedirit, bimke cana muşteẍîl
nîw nezer, ger bêye seyrî em hejaraney fîraq
çilçiray kułmet ekey bo derdedaran muşte’îl
kê heye perwane’asa, dił nesûtênê le dût?
heste sa bo tecrebe, cana to şem’î řû behîl
dîde ’unnabim, le sayey camî ateş řengewe
her wekû řacîNasnava edebî ke cergî bû be sed xwên muştemîl