řazî bilbilêk

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 2 Xulek  846 Dîtin
ba xawenim paredar bê
yekem dewlemendî şar bê
cêgey berz û payedar bê
be destełat û zordar bê
madam qefez cêgey mine
ew xawenem la dujmine
ba sermayey beklûr bê
deskewtî bebê sinûr bê
piştî be pare estûr bê
le derd û beła be dûr bê
madam qefez cêgey mine
deryay meynetîm bê bine
baxewanim wahebû bê
cêy nûstinim tûkî qû bê
xorak bepêy arezû bê
dił çî ewê zû bezû bê
madam qefez cêgey mine
em jyanem la mirdine
başûłî qefezim zêr bê
piř nî’met û xîr û bêr bê
çen çawî bedî pê kwêrbê
çen milî bû hełe û dêrbê
madam qefez cêgey mine
tewqî dîlîm le gerdine
badengim tabłêy xoş bê
piř le neş’e û be xiroş bê
awazî berz û be coş bê
geşebexşî dił û hoş bê
madam qefez cêgey mine
ew deng û awazeş wine
bałdarêkî der û deştim
fêrî aheng, fêrî geştim
çolekey baxî beheştim
be serbestî û fiřîn çeştim
keçî qefez cêgey mine
key ewe karî kirdine?!
dîlêkim berbûnim ewê
le qefez derçûnim ewê
zaxawî derûnim ewê
geştî şebeyxûnim ewê
gerçî qefez cêgey mine
dił bew hîwaye řoşne
ey mang eger çî hewrî tał û řeş
bote çarşêwî tirîfey toy geş
bełam řûnakî yadî dêrînit
naxî derûnî girtote baweş