kunepepû

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 1 Xulek  1082 Dîtin
kunnepepûy řû tirş û mon
cê nişînî kelawey kon
doste dêrîney wêranî
toy dujminî awedanî
leber řoj cêget penaye
çawit be tîşkî hełnaye
kwêrî le ’astî řûnakî
her be şew çist û çalakî
pîre de’bay çepeł û geř
xawen balorey şûm û şeř
key to le řegezî melî
şaystey ser liq û pelî?!
to ewende bed fesałî
key şayenî peř û bałî?!
wa hinezanî êsk sûkî
pesendî gewre û biçûkî
hîç kesê çaretî nawê
şîr û tîrit lê esawê
pîrozit bê naw kelawe
ser ew dîware řûxawe
pîrozit bê tarîke şew
ew demey ser ekirêne xew
bełam řoj her ebêtewe
tarîkî eřewêtewe
bew dû çawe kwêranewe
ebê bejêr wêranewe
eger xem řoj û şew deste û yexem bê
#
ebê xom xem nexom, xem tuşî xem bê