nîye bê řeḧmî wekû to, ne le muslîm, ne feřeng

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  109 Dîtin
nîye bê řeḧmî wekû to, ne le muslîm, ne feřeng
talîbî qetłî minî to, be xedeng û be tifeng
nayewê şor û fuẍanî min û, diłtengîy to
malîkî řoḧ û diłî to, çi be sułḧ û, çi be ceng
şêweyî perçem û le’lî lebeket, nemdîwe
hîç şitêkî le cîhana, çi be bên û çi be řeng
badeyî çawî syahit, le lebî ’uşşaqan
ta ebed sarîye, bê wesfe, be zû ya be direng
hênde muştaqe be maçî lebekanit, diłî zar
toş be yek ẍemze ekey kesrî, wekû şuşe û seng
masîye ’aşiqî ẍembar, lenaw beḧrî fenada
kwa eger gewherî wesłî to bibê kamî neheng?
řacyaNasnava edebî, key egeye menziłî cananeyî yar?
bem hemû barî ẍem û, ẍusse û, bem laşeyî leng