dił û şerim û ḧeyam, awîte kendêk

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  112 Dîtin
dił û şerim û ḧeyam, awîte kendêk
le perçem ta guşabê sûke bendêk
şew û řojim nedî, ey yarî ’eyyar
le qapîta, nenałê derdimendêk
ewendey awî çawim řişt û giryam
xuda neyda le lêwit dane qendêk
newîtir bû le xakî pêyekanit
ke satê mubtelay to bû biłindêk
xeyałim bû, le řûta şad bikem dił
be qiřçê, men’î kirdim napesnidêk
xuda ḧîfizit bika ey şoxî şîrîn
nebînî qet le dunyada gezendêk
’eceb řêyêke řêgey wesił, cana!
be sed pê derneçû ẍeřřa semendêk
be şu’ley kułmekey canane, sûtan
be komeł ’aşiqan, herwek supendêk
le serfî karî ’îşq û cewr û hîmmet
wekû řacîNasnava edebî, kesê neydîwe řendêk!