dił le xitkey çû le tawî gerdin û çawî bełek

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 6 Xulek  204 Dîtin
dił le xitkey çû le tawî gerdin û çawî bełek
řaçenî gyanim le xirmey bazin û dest û meçek
gerdenî gîrode kirdim, gerdenî azaye ew
gerçî qerzarin be milyon û xet û xałî be lek
řapeřî şêrî xeyałî min, le bêşey perçemî
bewrî ẍemzey dî, serewjêr, bû be dû marî belek
têxça mał û jyanî min, le banqî řûmetî
êste asûdem le sûd û defter û qazanc û çek
çał û çik çořamewe, çirpey diłopêkim nema
tab û tebsûtey hejarî, bê çekî kirdim be çek
her wekû bûkî weten, poşîwîye serpoşî xem
toş gułî lêw û demit, xistote jêr barî leçek
ger seba carê bibziwênê çił û popî dirext
teyr sersamin, ke îtir nakewê bo mîwe pek
nazenîn ’er’er enêjê, seru û sunbul dêneber
zerd ebin sewze şemame û, dest û pence pê emek
kwa gułit, kwa bulbulit, kwa areq û wîskî û mezet?
çî biłêm! bêcge lewey ba her bixom daxt, kiçek
hênde hatuçûm le řêget, piř be qed kewtûme quř
taze dernayem be pałe û, pał û be nwêł û be cek
zamî min nayêne tîmarkirdin û yarim be yar
hozî min nawyan cya bû, bałek û şêrwan û lek
caf û goran û beg û aẍa û kirmanc û gizîr
şêx û seyd û swałker û pîr û murîd û dił mijek
swêsnî û biłbas û ako mameş û menguř, beyat
řafzî û şeytan perist û jêw û sozan û şebek
qadrî û nexşîy û çeştî û sûrewerdî, werdî sûr
şafî’î û malkîy û eḧmedî û e’zem serek
şêx bizênî û, şwan û, hemwend, dom û, kełhuř, sałeyî
xan û, paşayî û, wecax, xeylan û, xoşnaw û, heřek
řojbeyanî, dawde, kakî, cebarî, zengene
sem’uzêrî û, aẍesûrî û, mend, mîşin, tek be tek
bendyan, bincû û, mil û, mîrmeḧmełîy û, mîr wisû
pişderî û, şîlaneyî, hem mergeweř, hem werterek «»
şêx řezayî, kakesûrî, bacołîy û, ałemer
cûkî, binzêrî, gil û, merwan û, şêxan û, řemek
kîkî û, mîra, kiça, teyya û, hesna û, mûseřeş
torîy û, kordax û, omerya û, omerka, cimek
guyî, xaweşta, gulî, ala’ebasa û, xelîl
sindî, etrûşî, quşurî, ḧacî beyra, bez, etek
bedirxanî, karsa, jîrkîy û, gewda û, gergerî
mam xořa, xawesurî, mekis û, elbakî, meḧek
bêşebabîy û, gejałî, ta girafî û, şerefan
doskî, zêdan, bilêcan, pîrmamed, piř kutek
xanî, masîro, gełałî, gerdîy û, pinyanşî
oremarîy û, ’erûsî, dawyan, şemzîn, şetek
bazîy û, ergoş û, surçî, ta be nêrweyî û, tixub
hace, řêkanî, mizûrî, zêtik û, qulya û, řeşek
burcî, zêbarî, beřojî, ta be seyda û, amêdî
wek şîw, herçî û, nihêlî, ta biradost û, şikek
gewirk û, zerza û, hewêrî, bêje feyzułłabegî
bêcge dîbukirî û, dudêrî, wek silêvanî û, şemek
pişgełî û, dołemeřî, gełbaxî, hewram, tîleko
hem ẍefurî, hem ḧewêzî, dû ’eşîret yek geřek
pêt biłêm ta turkiman û, mamesênî û, hem syan
zend û, mîdya û, mîkaylî, cinsî arî piř le çek
merizkî, xidrî, diřî, ’ebdoyî, seydan, mamedî
kardarî, ḧeyderî, singar, saçûrî, fenek
siłeyî, lêwîn, henarî, daskan û, ḧesenan
ta řeşawend û, teyarî û, mamesalî nařewek
wek çelî, beryacî, mentik, ḧew ’eşîret
nawî gîş małyan lêkciwayez û nirx û fesał û sał, yek
heryekey îmřo qumandarêke, lay jurûy nebê
boye pêman werbuwe derdî kwane nerme û ateşek
pirdî dinyaman pisa, bo pirdî qyamet kê hebê?
dakutê payey řewişt û, řaste řêgey muşterek
«sêrkisander»wa ełê, yek çareke milyone sał
pêşî ’îsaKes, ’îlim û sen’et nebuwe çeşnî dařjek
debdebey hendosî arî û, sînemey sîḧrî meces
çî beserhat, kêweçû, ew puxtexorey dûge şek?
dewłetan, wa fîkire koney bawke pîryan dozîyewe
hêzî atom, haydirojîn, karbonyan kird kełek
řojhełat û řoj’awa, bîr û dersyan pêk egut
deskelayêk bû le destyan, çerx û estêre û felek
bexte yarîdey nedam, gyana! pena bo kê berim?
sîne sûtey nîştimanim, pîrek û sîs û kuřek
ta şiney baẍ û hewakey aw û gułzarim nedît
nemdezanî xakî derwazet beheşte, ey melek!
’aşiqî to dewłetanî ’alemin, boye emin
tar û poy cergim pisawe, çendî eyřêsim xeřek
kes nełê sa bîr û bendî kurdekan kafî nîye
mercimek, nagate kêşî zeřřebînî merzimek
yusfî mîsre wiłatim, cwan û şîrîn, bê gunah
xełke lêy bote zuleyxaKes û, dergedaxer, «heyْte lekْErebî»
ger xwa ḧez ka, le zîndanî dûçarî dêteder
çawî bawkî geş eka, cumley birayanî le tek
tewn û bazařî ewêstaman, le awêsta nebû
wa beheştî cwanejin, bote řewştî xişxişek
dare řûtey mekirî şêxan, sêberêkî way nîye
dił ke fênk katewe, bînase xaney bin fişek
aługořî zêř û ełmasim, be zibił û toz kird
wişkî û teř, ya berî û ziř, key qyasyan dê le yek?!
tanebarîy nakesanim hate şan, jîkoNasnava edebî bese
řêçke mêrûlet bigate asman, kêşet kepek!