ew kakołe, ew zułfe perêşane mubarek

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  111 Dîtin
ew kakołe, ew zułfe perêşane mubarek
lew gerdine, lew ’arîze tabane mubarek
ey bulbulî piř şor û fuẍan, heste seḧer hat
sewdayî guł û gułşen û řeyḧane mubarek
sûta le hewagirtinî ew şem’e, diłî min
soz û elemî ’aşiqî perwane mubarek
westawe çi mestane le qapî hewesa, řoḧ
bezim û tereb û saqîy û meyxane mubarek
min kulbeyî meḧzûnîy û, to qesrî biłindit
bo herdû, heway kulbe û kaşane mubarek
azarî ciger zore, le des beççeyî turkan
ew xałe, leser ’arîzî canane mubarek
řacîNasnava edebî! ke geyî destit, be şîrîn kemerî dost
wesłî to be diłdadeyî taqane mubarek