mebe bargîrsiwar û espî westek

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  109 Dîtin
mebe bargîrsiwar û espî westek
be pê bişkêne dar û berd û kestek
le qed hała, bełekmarî qebałe
serêkî pêwedane û, êkî bestek
le çawan ta şerabit pêgeyî û hat
suruşk û xwênî çawim bû be xestek
le dawî zułfî gîrawin ser û dił
hemû teyr û twarî xiste řistek
ewendem xwênî cerg û dił mijîwe
becê mawim, şepirze û zar û sistek
gelêk şermendeyî hoz û gelim min
fiřêm dawin leser to dar û destek
ke pişkoNasnava edebî, kewte soz û pêt geşawe
xełuz naka, be sed qapût û pestek