dest le mil ey řeqîb, heste biçîn bo derek

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  113 Dîtin
dest le mil ey řeqîb, heste biçîn bo derek
sûdî nebû dujminîy, talî’î poşî felek
wextî tereb serbeser, min seqer û ew ẍezal
wextî edeb der nezer, ew kebik û to dełek
ey le dû ’alem cewan, her toyî wa piř kemał
heste leser tecrebe, min zeheb û to meḧek
beḧrî siruşkim ke hat, mewc eda xwênî geş
merdûmî çawim eçê, řast û çepî, wek kełek
talîbî dîdarî tom, gêje serim bo wîsał
hênde geřawim le dût, tuřřeyî gyan bote ḧek
dił be humêdî lebit, hat û le xoy kird xerab
xaneyî zuhd û řya, kewte xefet tek be tek
’eqił û xezanî xeyał, her yeke xoş genc bûn
aqîbetî dame to, sed be sed û, lek be lek
bade bixo ’aşiqa, şekwe le mestî meke
cewhere bo tîẍî ’îşq, tik be tik û, yek be yek
şewqî cemałî bedî’, bîd’etî însan û cîn
řacîNasnava edebî û ẍîlman û ḧûr, ’arîf û mułk û melek