takû le řûtim senem, xoşe ’ezabî ḧerîq

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  115 Dîtin
takû le řûtim senem, xoşe ’ezabî ḧerîq
dafî’e bo ḧuzin û ẍem, camî şerabî řeḧîq
memkuje ta dême řût, bose dedem, dest û şîr
řoḧî min û penceket, řojî ḧîsabin řefîq
serwî qedim daçemî, herwekû çewganî zułf
xaneyî ’eqiłim xerab, her wekû beytî ’etîq
ḧadîse zułifit be em core ke aşûbe zor
dêne nezer nûrî ḧeq, lem hemû feccî ’emîq
giştî teşebbus eka, ḧîfzî le dujmin bibê
ḧubbî be feř tê ega, feřřî le řûda ferîq
mêşkî serim çû eman, êwe û yar û xuda
komełî ẍeyr û řeqîb, çîke meken zîqezîq
çawî řeşî gawrit, çote lîbasî ẍezeb
boye le xoy coş eda, her terefî mencenîq
kes nîye çarem bika, zîllet û bê çareyî
derd, newbarî giran, ta be xefet çûme dîq
meşq û xet û şî’rî to, xoş û teř û diłnewaz
hêşte legeł ḧusnî yar, řacîNasnava edebî, şerabe û ’elîqNusxeyên din: hêşte legeł ḧusnî yar, nayete kêşî berîq