le gerdin zenge, dû sê qetre ’areq

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  157 Dîtin
le gerdin zenge, dû sê qetre ’areq
le ẍuttey ẍem, diłim xinka be nesteq
le hîcranî ḧebîbanî gułendam
derûnim germe, ahim serde, ser leq
be dawî ’îşqî to, ey şoxî kurdî
beden siste û, nexoşe û zar û bê deq
seferman ḧazre, bo meftenî ẍem
lewêşa, bo sefa û dîdenî ḧeq
diłim piř daẍe, çawim her le řêye
ke řê piř ka le sunbul, bem diłî řeq
swarî espî fewtanim, le ’îşqa
le dest kułî, be kołê ferz û beydeq
be zewqî bade meste, êste řacîNasnava edebî
le ’alemda sitandî řeng û řewneq