lem qapîyeyî diłbere řamxistuwe yataẍ

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  103 Dîtin
lem qapîyeyî diłbere řamxistuwe yataẍ
takû hełî dem qametî řengîn wekû beydaẍ
nařom be hemû leşkirî xał û xet û perçem
takû negirim şûreyî baẍ û gułî yasaẍ
fermûy be demî nazewe: xot mekuje û řake
kuştin leser ew xoşe, newek bibmewe qaçaẍ
herdem le duway çareyê, herdem le hewarê
gîrodeyî bê dewłetîy û diłpiř û nasaẍ
ger karî peřagende be zincîrewe çespan
norey guzer û geşte, le mêrg û řez û sanaẍ
bom bêne leser sewzewe, diłdar be diłdar
bom têke be ew nazewe, perdaẍ be perdaẍ
řojî geyîn û, pêgeyîn û, şadî û cejne
lê den çeqene û ’ud û defe û beste û bermaẍ
bigirin des û baweş, bereła, têkełî areq
biguşin mem û, bimjin dem û, derken çeqełî baẍ
pişkoNasnava edebî çîye? sûznide nebê bo ser û perçem
perçem çîye? ger hełnekřuzawe be dwa daẍ