piře deryayî suruşkim, çi le damen, çi qeraẍ

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  100 Dîtin
piře deryayî suruşkim, çi le damen, çi qeraẍ
le duř û gewherî şahî, le sikey gyan û demaẍ
werewe diłberekey baweşî xwahiş, ke emin
kêm heye bêcge le to, bêtewe małim be çiraẍ
herwekû xunçe epşikum, le berudoşî tuwa
be pyasey demî bulbul, be henasey řez û baẍ
bê to ey ẍaretî dînim, bexuda çołe wiłat
bê to ey mayeyî jînim, bexuda kwêre wecaẍ
le terazûy edeba, hêşte beraber nabin
’arebî sîmberî mîsrî û, kiçe kurdî qeredaẍ
pirsyarim ke deka, ew gułe nask bedene
ebme yek tike aw û, eçme deştî muẍaẍ
be nesîmî seḧerîy, mirduwe, zîndûy bikewe
baweşênêkî be zułfan bike, pişkoNasnava edebîye nesaẍ!