dił le bendî cejne gêjenbare yaran, elwîda’

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  107 Dîtin
dił le bendî cejne gêjenbare yaran, elwîda’
řoḧ le dawî ẍem kira ey ẍemxiwaran, elwîda’
her kesê meşẍûłî kuşt û ’uşret û qurbanîye
min be qurban, bûme fîtney cêjnî qurban, elwîda’
lêm geřên tawê be giryan, agirê heł kem le xom
cennetim nawê be seyranî řeqîban, elwîda’
nazk û bała biłind û, sewze poş û, xunçedem
êste lêm torawe çibkem?! sed hezaran elwîda’
derdedarim, bêqerarim, xesteyî şarî ẍemim
leşkirî zeḧmet fenay da cîsim û êsqan, elwîda’
elwîda’, ey menziłî cananî qamet ’er’erîy
ey şeker lefzanî baxî dîn û îman, elwîda’
elwîda’, ey cem’î seyyadanî ’eqłî ’aşiqan
ey guhersencanî canî ḧûr û ẍîlman, elwîda’
elwîda’, ey saqîyanî meykedey piř mîḧnetan
ey ’ezîzan, mutrîbanî şah û erkan, elwîda’
elwîda’, ey qûtî řûḧ û qelb û gyanî «řacyan»
wa le hîcranim ḧezîn, ey pîrî ken’an, elwîda’!