ta le kułmeyda temaşakem be dił enwarî ḧez

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  262 Dîtin
ta le kułmeyda temaşa kem be dił enwarî ḧez
dême gułbang û şikofey bulbul û gułzarî ḧez
sîlsîley kakołî piř pêçit be corê hate řû
wa le jêr pêy nawe bax û mêrguzarî şarî ḧez
şerte ta min bextî bed, hemyar û yarîdem bida
neyxeme ber destî kes, xermanî şîrînkarî ḧez
bêkes û sewdaperistî wek minî şeyda nîye
nahumêdî qîblegahî diłberî ’eyyarî ḧez
besye bê mirwet, heta key tefredan û derd û xem?
bem hemû řutbe û nîşane û tacî hîmmetdarî ḧez
bîd’etî çawit be şoxî, małî kałî puxte bê
bełke emkêşête taq û koşk û dîwarî ḧez
tîẍî diłber merhemî azare pişkoNasnava edebî geş bewe
heste dayřêje û bipoşe cewşen û zunnarî ḧez