daym hewayî ’îşqit, beser dił deka guzer

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  119 Dîtin
daym hewayî ’îşqit, beser dił deka guzer
boye ew xeberdare, minîş herdem derbeder
çawit be ẍemze û nazî, kuştûmî sed eman
lêwit be nîwe xende, eba awî gułşeker
sînem gelê be soz û tawe ey awî ḧeyat
zor teng û tarîke diłim, ey ẍunçekey seḧer
carê be lar û lence û ’îşwe to bêre lam
awa bike xaney bê newayanî quřbeser
gahê, le çawî xom debînim nîgarî beheşt
gahê, le sîneda desûtêm be narî seqer
me’lûm, nemawe meyleket ey yarî bê wefa
êstake deşkênî be dûrî kewanî kemer
mêrgî nesrîn û wenewşe û sosen û serwî
bo zewqî em cennete, çi nakirê legeł qeder
řacîNasnava edebî le lome derçuwe, wa bote serserî
’îşqî le dunyaweye, daynawe serî leser