le ẍemî hîcrî to bo min, çi beheşt û çi seqer

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  127 Dîtin
le ẍemî hîcrî to bo min, çi beheşt û çi seqer
le demî wesłî to bo min, çi ’ema û çi beser
giştî naxoş û piř azare le hîcra, xoşî
giştî her xoşîye wesiłit, çi qeza û çi qeder
řoḧî ’aşiq le qedit, mijdeyî xoşḧałîy da
deşkê wek diłî ’aşiq, çi pîyałe çi fener
leb û zarit be qise û xende eba awî gułan
kesre wextê ke le xendey, çi ’eqîq û çi guher
asman nayete kêşî xet û xałit ebeda
her eto cîlwefşanî, çi be şems û çi qemer
’ehdî min ta’etî toye, be dił û can û demaẍ
karî to ḧukme leser min, çi be jêr û çi zeber
were řacîNasnava edebî, be temaşagehî yaranî ’ezîz
herçî meylit hesta, çi qyamet, çi kemer!