ger yar bête doşim, naçête kêşî defter

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  99 Dîtin
ger yar bête doşim, naçête kêşî defter
wek şûşe ’areq û mey, biřjê be tawî mecmer
guł hemdemî seba hat, piř xende le’lî nazk
baxî wenewşe řiska, sed şêwe em berewber
ey nazenînî ’eyyar, ey diłberey cefakar
ta key be agirî řût, bitwêmewe seranser
wadey şerab û saqî û ’ûd û qumare, fermû
herçî tełeb ekey dey, mey, şîr û şehd û şekker
naçê lebî ḧebîban, wek merhemî tebîban
pêwîste bo ẍerîban, cana be řoḧî derber
dił coşî piř xiroşe, sa dey demê binoşe
lem şehdî lêwe xoşe, wek dił mebe mukedder
em çawe şoxe saqî, girtûye canî řacîNasnava edebî
hîç kes nîye be bê to, şayanî text û efser