daşorînî fermangey înḧîsarî tutin le koye

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 4 Xulek  113 Dîtin
dûr le řeḧmet, bêkesî hênaye ser beş, înḧîsar
des be lerzîn, çaw be gil, qaçî şel û dił nalebar
leşkirî řûtî û feqîrî xiste wilkey nîştiman
şeq dû şanî girtuwe, zîřey kemend û zulfeqar
hênd şepirze û nahumêde, hozî kurdî derbeder
tûtnî wa hate sûtin, çî le kûtałî tucar
feḧis û teftîşî liqêk û, dû liqî temẍe û qepan
ta çekî ebřê, berî bogen ebê sa pîredar
řesmî em pûl û îcazeş, wa şepolêkî nwand
pêy dexnikên bêkes û řût û řecał û sengesar
qa’îme û zincîre û te’rîx û numre û, çend û çûn
nan û awî nîweřoşt, lê ekate jehrî mar
basî dan û, girtin û, wergirtin û, hedye û xełat
nakirê, îlla be zebrî destî pakî xwêndewar
mûy řeşî řîşt şirîtî ferdet û, gunîyet gune
dařzîn herdû be awî dîde wek tawî behar
wa ehalî heş beser, zûxawî lê exwatewe
nêremûke nek le řoja, ew şewîş nayête kar
her ke řûy dînarî dî, bêçare, xêra eymjê
pêt biłêm tîmsalî? ’eynen kiç le baweş herzekar
zorî waye, wek jinêk heşt êkî xoy dawa eka
axrî, kiç nîweye, kuř dû beşe, mêrd êk û çwar
çî emênê? xizmî dûr û dujminî qerdarî caw
cig le lêdan û cinêw û, ḧepis û ḧîczî nabekar
kake basî çî bikem? herçî hejare bote ker
ehlî gumirg û tucař û aẍe bûne kersiwar
mîlletêkî wa, be serxoşî û be serberzî bijî
xwênî xoy eykate yar û, dewłetîşî payedar
mame! hawînit beser hat, ’erd û berdit xoş nebû?
aẍe! qurban, nîme zad û, şetłekanîşim xesar
tiřtiřey lê dawe, kirmî zore, pareyşim nîye
her etoy xawen kerem, xot saḧebî, min bendewar
cig le tûtin, le’netî lêda, bełam temwînekeş
bote serbarî giran û, bote jehir û kilkemar
wa terazûy ’edlî danawe, le ’alem beş eka
bew petaqe û teskere û, bew îstîmarey deşt û şar
be’ze şexsêke, kunêk û, sed petaqey pêweye
dest û lêwî şîrne, hengiwîn firoşe, şekirxiwar
hênde kes, peřpût û řût û lêw besirke û tałî ẍem
kêr û gun derçû le řank, bêbeş û ummêdewar
beg! be qurbanit debim mangêge lêre mawmewe
gum buwe naw û petaqem, xêre ger bimkey qutar
dey derîken, saxteçî, kirmancî segbab, bê edeb
nawî xoy nayête bîr, înca depirsê xizim û kar
ger pyawane kesê řastî biłê, her bê beşe
saxteçî çawî geşe, kwêre dił û çawî hejar
ey xuda çît kird be hozî serbiłnid û pêşewa?!
karbedestî her lexoye, xwênî xoy exwa bezar
çî le to kem řołe? ziřdayk bû toy bom pêgeyand
key egeyte baweşî ew diłberey sîmîn ’uzar?!
řojî mergit hatuwe, wa ademîy bote xudat
hey xułat bibřê, legeł pêşçûn û ḧîzî û întîḧar
tawî nûsînim nîye, řołe nemawe ẍîretim
wa leber birsîyetî û řûtîme bûme lerzedar
ta beşî xom pê eden, sê beş hemû empişkinin
ba minałîşim binûzênê le damen mêrxuzar
řacyaNasnava edebî! her pîrqel û, cûtê birazay der’eçê
sed bigořî cêget û, sed ’erz û ḧałit bête kar!