behar

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 3 Xulek  108 Dîtin
çi safe hewa û çi xoşe behar
be aw û pilusk û, be biłq û buxar
le ferşî zumeřřed, gyawgołî geş
şinoy şengebî û sêw û seru û çinar
be bonî wenewşe û, be xendey gułan
be awazî qumrî û, çirîkey huzar
pîyałe leser destî areqkeşan
piřî çenge mutrîb, ziřey çeng û tar
gułałe le sara eřazênewe
gimey kotir û, qeb qebey kohsar
be ḧeyrane genc û, be balore kiç
be pêwane bade û, be lerzane yar
lejêr xêwetî berzî pîrozeřeng
leser sewze şałî gya nerme ẍar
le řûy bezim û şadî kiçan û kuřan
hemû dewłemendin, feqîr û hejar
ke şewnim enîşê le zułfî butan
le lutfî xudawen, piřn deşt û şar
le newrozî kurdane bigirin cemat
be sozî dił û, şu’leyî nûr û nar
le newrozî toye beheştî xuda
ke ejênîyewe merdûm û mûr û mar
hemû mêrg û baxat û fîrdewsî pan
hemû ḧewz û řûbarî řûn û gewar
şeraben tehûr û, şeraben tirê
le hengiwîn û şîrîş, binoşin be zar
meř û bizin û małat û gamêş û ga
be dem gwêreme û, gwêreke û berx û kar
zeřînî keran û, weřînî segan
myawey pişîle û, kizey teyr û twar
le ḧîley keḧêle û, zirîke û nezay
wekû hewr mayn eřêjin xusar
le perdey temaşa, hezar sînema
le bîstin xeber, zengułey kurd û kar
le her la serit sam û, dił gêj û mat
le her la xerîkî gele û karubar
le şiłqawî meşke û, le kundey şewî
be ẍîlman û ḧorît, beheşte hewar
ziřey dest û bazin, le řêga û seraw
diłan řa’ekêşin, be geştuguzar
wişe û baweşênî seba û pirçî řeş
xijey lifkedar û, mijey bê qerar
le zîřey gware û, zirîkey berok
xunawey semił, bonî mêxek, teẍar
tebeq piřguł û, lale dekşê be şan
’ereq piř diłî wale, eřjête xwar
le waq waqî řêwî û, gijey duřeşêr
le girşey beraz û, huşey gurgî har
ke waq wiř’emênê, le çwar dewrî dê
bira gyan ẍerîbî, mede xot ḧeşar
diřinde destemo, leber destî kurd
hemûyan kewîn û, hemû bestebar
legeł badenoşan, binoşin şerab
legeł nazdaran, bikewne qumar
le noy martî řomî, be newrozî kurd
be meşq û zemawen, melek dêne xwar
le cîlwey gułûk û, guławî gya
çi gencane mêzer eken pîredar
le şaran û ladê, piřî dîwane bezim
le sara û deştîş, heł’edrên dewar
eger zerde mem, bêt û bifroşrên
be herzanî bikře, be gyan, êk û çwar
le kêş û kiřîna nîye maçî lêw
meger pişke xêr, berkewê car becar
be çepłe û, be seyran û şayî û sema
ke lew řoje emrî kirduwe kirdigar
girohî ẍerîb û ’ezîzan le tek
siław û supas û guşîn û binar
îtir cejnî tebyat û řojî diłe
jyanî wicûde, bebê î’tîbar
be pîrozbayî, ke jîkoNasnava edebî ełê:
be xoşî bibin berz û pîrozgar