řêgay nîştmanperstî

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 3 Xulek  102 Dîtin
hemû dujmin, le to bûne segî har
etoş kurdî, nebûy xwênřêj û xwênxiwar
biram, key tê egey kirdarî dujmin?
pelamarit eda, neydey pelamar
eger xoşt nenasî, min binase
kirêkarim, kirêkarim, kirêkar
deramet ger hebê, bo hozî piř îş
des û bask, hemû debne girê dar
girêden petik û mil, şan û gurîsan
serî merdî berz ken, mangî adar
be cutyarîy, be cût, yarîde den hoz
be tenyayî mekewne hatuhawar
be ho ho, werne serçawanî çandin
be hew hew, bûkî hîwatan biken swar
be lêjen lêjen û, meydan be meydan
be bîr û hêz û xoşî, ẍar biden, ẍar
çekuç bendan û honîn ken, le kangan
be cenceř gêreken, xermanî bedkar
bekarxen xakenas û, bîwir û tewras
bimałn, bîqełêşin, bîbiřn dar
meden řêy gałegał û, wateyî boş
binûsin nameyî merdîy, be taw bar
be azadî le řûda damemênin
ke řûřeş bin, řeş û řûtin, hemû car
diz û, buxtanker û, ḧîz û dirozin
dwayî, her lenaw quřda exen bar
be destûr û be pîlan û be pîlan
be berzî gel, hemû katê biken kar
wekû xunçe, demî beste û diłî řêk
ne wek guł, dem be xende û cergî bîmar
le řûy dujmin, ke pişkûtî wekû guł
be tilyan etcinin, etben berew şar
ebê bonit biken, pîs û gul û geř
ke sîsîş bûy, binêsay, natkirê çar
le qałb nexşî řêkîy dabřêjin
tenafî lê biden, taman û dîwar
diłit baweř neda, hercê pyaçûy
binałênin leber demta, birîndar
şitî xot daye xełk û çû le kîst
firoşyarîş nebûy, lêt bûne kiřyar
le řêy hatîy, keçî pyêda nehatî
le lafawî bełada bûy giriftar
be dem derd û qezada, bê qeza bin
bese, bo dujmin mebne çînî dîwar
wekû karîteyî teř daçemîwin
giranbarin, giranbarin, giranbar
de bibne kołekey hoz û, behêz bin
ke řabgirin be ser, řaje û gił û dar
ziraw řêjaw mebin, çîtir le dest xełk
ewanîş ademîzadin, zirawdar
le latan herçî bê lewlawe, gurge
be xotanîş, beranêkî kewî sar
de hestin, damenîşin, hamuşo ken
de řabin, şareza bin kêw û řûbar
wekû dûbşike kwêre, her be hestî
gelê car, çote ser tepłî serî mar
pişîleş, seg exnikênê be řêkewt
qulapêkîş neheng egrê, gelê car
îtir xo êwe hozêkî becêşin
legeł «nuḧKes» yiş, le tofan bûn řizgar
le kurdistane damezran û mezran
be dîdarî dyar û, bûne dûçar
egerçî xwênřijawin, dił pijawin
ke bûne xwêndewar, eşbin be xwêndar
îtir pişkoNasnava edebî, heta key her esûtêy
le agirdanî hozî bê kesukar?!