«dengî ladê le koye»

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 3 Xulek  100 Dîtin
taze řojî ’aleme, sersałe îmřo, newbehar
xwên cima, jîn serkira, herzane herçî hate şar
şar û dê amadeye, bo awedanî û têkełî
bo mişûr û erk û dananî hezaran îş û kar
mêrgekan sersamî řeng û bonî xoyanin, hemû
her çiłe gya û gułûkêk, şewnimî xendey be zar
guł be sewzî bergî poşî, wexte řûy geş katewe
nêrgizî bê sebir û bîre, řûy sipî kird çawezar
herçî mewcudêkî bîrî lê bikey wa xoy nwand
leşkirî sermay şikand û serbexo girtî hewar
haydirojîn, ẍaz û atomî bebada řojî jîn
taze binyatî enê, hîway wiłat û gya û dar
qîl ya erzu aْbil’î ma’ً sima’u îyqْlî’îErebî
ta le cudî ’edil keştî lengerî bigrê qerar
hozî heqperwer, leher şwênêk, nuyê řojî heye
qewmî ’adî da beqiř «berdu al’ecuzErebî»y î’tîbar
hêzî mana hêrşî hênaye naw dinya, îtir
her şite ’aşiq be řawêjêke, seyrî teyr û twar
ger musłimanin, bira û bab û kuřn, her kes be řîz
řêzî lê bigirin bepêy xoy, ummye yan xwêndewar
fadْxulwa fî alsّlimî cًmaً bislamٍ amnînErebî
wadْfi’wa balḧeqî kufraً û nîfaqaً فەالْbîdarErebî
ey biray kurd û ’ereb, baweř ke kotan katewe
werne hanay yektir û bibiřn le dujmin asewar
dû hezar sałêke qewmî cûleke perit û bexêw
yekdigîr bûn, êste eyken herçî karî nalebar
em hemû fêł û desîsey xełke, lêtan nageřê
hem zimanîne, de êweş, ser biłind ken carubar
řû le řûy řeng û birîqe, kêw û kej řewşen kiran
bote derya şewq û řûnakî le her kêłge û beyar
asman bałî beser kêşawe, perjînî ekat
kê heye lem ’alemî newroze, meḧkemtir ḧesar?
ferqî nakem, bo hemû xełkêke pêkełpêk û řêk
kwêr bê çawî naḧezî, ger weswesey xistote kar
ademî xakî, pişûkêş û ke xořagir ebê
neşłejê ba ehlî baweř, qet le tirsî nabekar
agirî şeř heł eken, qet xo bexo řêk nakewn
seyre bo newrozî jîn, řêk xa meř û gurg û hejar?!
çerxî germajo, ke aşî bîr û hoşî nayewe
kon û tazey kirde baraş û nimûne û yadgar
merkezî xakit, ke bîrî řewt û newtî hełqułand
pêy be xawen ken geda û, bê newa û peřpût û tar
ḧałetî jîkoNasnava edebî, be řûtî cîsim û hoşî poşteye
karî sed westa eka, şagirde řûtey hoşyar