keyn û beyn, dar û tewn

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 4 Xulek  153 Dîtin
leşkirî ’îşqî le meydanî cwananda nwand
pałewananî, diłî şah û geday girt û řifand
xistîye ẍemxane û bend û siza û hîwa û tika
daxî xałî pêwenaw û, muşkî zułfî têweçand
ta leser ’amûdî bałay, karebay kird řûmetî
xwênî sertapa mijîm, ta piştî azadî şikand
bulbulî gułzarî ḧusnî, hênd be şêtî hate řû
xunçe wa piř pêkenî, ta lêw û êxey dadřand
min, ke tałanî ser û małim le jêr pêy nazî na
çawî cadûy biřye dił, ’ifrîte destî lê weşand
dił ke awêzanî bałay bû, le baweşya esût
wek perî pirs û wełam, ta neymirandim, neydiwand
her wekû mûsa, leber xêwkirdinî xał û xetî
zułfî goçanî çemand û popî gyanmî pê tekand
kaş eyzanî ke kułmey newbeharî jînme
ew deme demgut: řeqîb pejmurde bû, qel neyqiřand
wa le yadim çû, hemû bezim û neway sałanî çû
çawî tarîkim diłî kêşaye naw xoy, têy geyand
řoj û estêre ebê bikujênewe, bes nûrî řûy
wa bizane em hemû çerxey be řûy xoyda cimand
herdû hozêkîn, zimanman êk û dûy kêşawe xełk
gewreman bapîreye, nek «fazer û mazergirand»
boçî êsta dû diłî, lem yek diłey pest û hejar?
wa le daxî to le dunya, towî bednawîm řwand
lapeřey řûy wîm, be wanay sozî dił piř kirdewe
çewtî zanî hêł û nuxte, bew mujane lêy kiřand
xoşî xoşîm bû, le goşey çawekanî cê girim
bařeşî negbet le her şeş la gułî bextî werand
gewherî nazî le dem best û, be lêwî xwênmijî
hêzî bînayî le çawî gel biřî û, cergî kizand
xencerî ebroy le kalanî diłan hênaye der
perdeyî sîng û henawî ’alemêkî hełdiřand
her kesê kewte wenozî řaḧet û bêlayenî
her wekû şêxî kerametdar, le xewda pêy nwand
çende derwêşî řyabazim ders da, řoj û şew
sozî ’îşqî tê geřê, neybîst û her gwêy bo leqand
em hemû çerxe, ke sergerdanî emrêkî ewe
herçî aqił bû le řîştey ’îşqî xoy têwe giland
«dar û tewn» û, têwedan û, řayełî em ’aleme
her ebînî destî ẍeybe, řîs û hewday hełweşand
kê heye, xoy goşegîrî kuncî xem ka çeşnî min?
darî serdarîym şikand û, dawî xoşḧałîm pisand
şêt û gêlî diłber û, xoşbaweř û, dûre řya
her be tenya sozî diłdarim le diłma danîşand
take řêgayî ḧeqîqet pêy dełên: dewrî mecaz
her egate payedarîy, her kesê xoy lê xişand
bo temay maçêkî lêwanî, seḧer zû pêy gutim:
ew gułe, çend bulbulî wek toy le baxa hełfiřand!
cîlweyêkî da le řêy dîdar, be řûda xistimî
kêwî awatî xizand û, xaneyî jînî řimand
wa xeyałe tawî dam û, bîre pałî pêwe nam
bo wîsałî, gerçî herçî pêm sipêra, nemgeyand
zerdexendey, tîşke tawî dû cîhanî ’aleme
wa ke em îcab û selbey bo temaşa dařjand
seyrî em serdarî ’erde, řołekanî çî eken?!
yek diz û, yek ḧîz û, yek mandû, yekê xoy neşłejand
ax lem destûre sexte û, dax lew nařêkîye
dad û aştî kewte paş û, tefrutuna tawî sand
çî bikem lew xoşewîstey diłber û îman û dîn?!
çandimî û awî nedam, mîwe û gełay jînî werand
tê egey hêzî heywila û, zînetî sûret heta
çerxî hamuşo hebê, her îş û karî řageyand
keyn û beynêke le beynî çerx û hełsuřênekey
lêy geřê jîkoNasnava edebî ke karyan siste ya řayanpeřand!