tawî kûrey sîneyî min, wa meyandî ahî serd
Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
1 Xulek
229 Dîtin
tawî kûrey sîneyî min, wa meyandî ahî serd
ahî serdî min ’ezîzim, pêy desûtê dar û berd
neqdî sikkey safî gonet, neqşî karî kirdigar
boye banqî ew tewaw naka sema û mułkî ’erd
geh sipî řengim, gehê sûr û, gehê tałî fîraq
ey ’eceb eşkî meḧebbet, řû depoşê sûr û zerd!
min le ẍurbet, bo qedî diłgîrî to taqane mam
êsteyş lêm nageřêy, demkey be peykî beřnewerd
çawe ẍemzêkim le lutfî to temenna bû, nebû
ta le çawim, merdimek nawî le xoy berdawe merd
memleket beḧrî ẍemim poşîwîye, dest nakewê
qet le erzî wesłita bo diłnewazî, toz û gerd
her wekû řacîNasnava edebî, le tawî diłberî şîrîn beden
çûme xełwey bê qerarî, xom le ’alem kirde ferd!