leser to namewê eřbab û firzend

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  99 Dîtin
leser to namewê eřbab û firzend
be qurbanî qedit, ser û ney û qend
ewend firmêskî min deştî sefa da
dyare wa lenaw çawim, demawend
şeker xendet, şikarî řoḧî ’aşiq
serî zułifit, ’eceb zincîrî diłbend
mefermû çawekem lêy ’are wesiłit
be emrî ew, mujet wa bote pêwend
le lay to herçî bê, bonî wefaye
le lay min ger hebê, her soze bê fend
temaşay kułmeket, lezzet nîşane
le xoşîda, ke zułifit bote eřjend
behanet bû, wişk bê çaweyî xwên
be xwên çawim sipî bû, we’de, nem send
le teḧqîqatî ehlî danşîyda
be dû qîsmî tebî’et, zuhde, ya řend!
bełam řacîNasnava edebî, leser řûy nazenînit
řegî zuhd û řyay wek dêw hełkend