leser çawit, hemû kar û gelim bward

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  106 Dîtin
leser çawit, hemû kar û gelim bward
ewî hembû, hemûm bexşî û ẍemim xward
eme dunyaye, sed çerxî egořê
de bînoşe eger germe û eger sard!
ke marit pêweda û, dubşike derçê
bizane mûy diłî bird û serî nard
le řûda, temtuman û xołe pote
beser xomake, bêjawme wekû ard
le derket nabzûm, ey şoxî ’alem
ke let let ken dił û cergim be sîkard
leser em texte lûse û kîse teske
be darim yarîye, wek topî «bilyard»
ser û mał û dił û cerg û gyanim
ewî hembû, le tom derxist û nemşard
eger dadim epirsî, dił şîfa de
ke bîstûme «selaḧeddîn» û «řîkard»
ewendem ’îşqî to xistote dunya
xeyałim bote řadyo, çeşnî «molard»
mişûrî kar û bazařim derawîşt
hemû îşim be çawî êwe espard
bełê jîkoNasnava edebî, le řojanî jyanim
serem řagirt û hîçim nuxte nebward!