wa diłim heł bû, supendi’asa minî bêzar kird

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  100 Dîtin
wa diłim heł bû, supendi’asa minî bêzar kird
bay sebay lêda henasey řûy lenaw gułzar kird
sefḧeyî detwêtewe, wextê ke kûrem daxra
wa bizane ahî germim, çawî toy bîmar kird
diłbera! camêkî gułřengî şerabit bigre dest
agirî cergim be kullî, ’alemî bêdar kird
řoḧî piř derd û ẍemim, têkeł be kułmey to buwe
řûyî toy bo herdû ’alem, metłe’î enwar kird
neşterî kakołî jehrînî, le zexmimda şikaNusxeyên din: neşterî kakołî piř seyqel, le zexmimda şika
her ke luqman hate ser derdim, bewî tîmar kird
min, be boyî zułf û egrîcet le sewda hełkizam
zahîdî milkeç le batî ’îşq xoy dîndar kird
muddetî pîrî û cewanî, ta zuleyxa hat û çû
yusfî winbû be daxî ’îşqewey hawar kird
řû le şu’ley newxetî kułmey ke, ger xawen diłî
herçî xawen soze gyanî xoy le hîwa swar kirdNusxeyên din: her kesê sozî hebû, gyan û diłî xoy swar kird/ her kesê sozî hebû, řoḧ û diłî îzhar kird
le’il bendî gerdenî, luqmey ḧełałî baxełe
şêxî sen’an boye hêndey xizmetî zunnar kird
yek nefes hat û nesîmî zułfî xiste şarewe
leşkirî hoşî be carê, tefrutuna û tar kirdNusxeyên din: ’alemî ’eqłî be carê mubtelay tatar kird
kêye ger derd û bełay řacîNasnava edebî be asan çare ka?
ẍeyrî ew yarey ke çawî pê be heşt û çar kird!