dił hatewe qapît, be cefa bê zewerit kird

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  106 Dîtin
dił hatewe qapît, be cefa bê zewerit kird
wetzanî ke qazance, keçî to zererit kird
dił, merdî hemû kat û hemû core kunêke
azade, ke lew çemberî zułfane derit kird
tûşî tem û ẍem, derd û beła bûy le biłindît
pîroz bê le to, çendî bebê min seferit kird
agat le heray tazeye, wa piř be cîhane?
her qîreşewe, herçî kiławî le serit kird
çawit, ke ełên şerbetî şahane enoşê
biřwane, çilon tûşî duřindey beşerit kird!
nazanî le bazařî dwa, tołe esênrêt?
boçî diłî em xełke, hemû destibeserit kird?
jîkoNasnava edebî ke le wêney gułî řût, bîrî epşikiwê
bîstûme be lêwî şekerîn mu’teberit kirdNusxeyên din: herbîne le lêwî şekerîn gułşekerit kird