herdûla her xizmî xomin, mam řeceb, yan xał ferec

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  163 Dîtin
herdûla her xizmî xomin, mam řeceb, yan xał ferec
xizmetî hozim ekem, boçî nakem lêre ḧec?!
têr kulêre ger nexoy, boçî ekey dû tîreyî?
yek dił û yek řê biřo, ey merdî meydanî bewec
ger eto xawen wiçanî, dujminit, meyde wiçan
nek derênê çałî çawit, hejderit lê bikate xec
şêxełî ew newnemame, şaqelî merdanî girt
ta be baxî nîştimana, řast biřon û bê ’îwec
«nalîKes»y nałey dê le goř û, «ḧemdîKes»y diłxoşî eda
wek «melay koye» beramber «ḧacî qadirKes»y gořqerec
şa’îran, her çûn û xoyan xiste koşî nîştiman
wek birêşkey kun le koşan, kewtine naw cantay qerec
çende tîj û tałe jîkoNasnava edebî, em jyaney bê wiçan
hozî çî? awatî çî? seyranî çî? samanî gec!