birdimî bay damenî bacî menîc

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  106 Dîtin
birdimî bay damenî bacî menîc
ta lelay «besra»we xistimye xelîc
gêjî dam em beḧrî bê payanî xem
qûtî dam dujmin wekû nuqił û ’erîc
her çî dujmin pêt bida hengiwîn û şîr
çak bizane tamî tifte û, zewqî lîc
ger giriftar bûy be dawî nakesan
sûdî lê nabînî cefir û ’îlmî zîc
ger bexot baweř bikey, toş ademîy
her le ew yane û qutabxaney xerîc
«kes le daykî dernehênawe cîhan»
her legeł tedbîr û bîr, bote mezîc
toş wekû min, quř beser xota meke
meyfiroşe xakî nayabu be hîc
çende naxoşe leber çawî hejar
řûyî girj û destî qûça û, çawî qîc
namewê řacîNasnava edebî řewacî řûbeřû
ta nebîne nexşî her tewn û nesîc