diłberî kurdim ke dî, xwênim bizût

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  136 Dîtin
diłberî kurdim ke dî, xwênim bizût
řûmetî, cergî kizandim wek bizût
xencerî mujganî řakirdim le dił
bo serim westawe ebroy taq û cût
farsîy wit: «xun bih yiẍma mî xurimFarsî»
«ma yifutErebî»y ’arebî, buwe maye fût
xizim û dostanim, le pênawî to nan
wa leser to, bûme řend û řût û qût
ey řeqîb, to kunciřêk peyda bike
«teyrî gul aşq be darî jeqnemût»
çon le jêr egrîcewe, kûrey demand!
sîne û cerg û henawmî pê desût
xistimî, lence û nyaz û nazeket
kuştimî, bałayî berz û hatuçût
nexşî xał û xet, xetêk bû xwêndimewe
«herçî çawî pêt kewê, ew dête dût»
wa heławesrawî perçem, kewte çaw
řeş buwe jîkoNasnava edebî, be wêney xałî řût