bê kesim, hêndem beserhat heyt û hût

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  111 Dîtin
bê kesim, hêndem beser hat heyt û hût
êste řahîm, bûme keşkî awesût
min wekû mêşî geřîdey şîrînîm
zułfî to lêm bote tarî ’enkebût
şêt û har bûm û le çawit, ça nebûm
bo çime sa «bûducane» û «celcelût»
perçemit binbar û serbarit ke best
bo ten û lêdanî serme, bare şût
her wekû marî jinan kuştem, emin
dayweşandûm, top tiraqey gurc û zût
hênd le dîwanî meḧebbet mamewe
bîrî estûrim, beranber dawe mût
xałekanit denkenarin bo nexoş
çawekem, yaqûtî lêwit bote qût
hendesey bała û kułmanim ke xwênd
şareza bûm tûl û ’erz û, înc û fût
herwekû jîkoNasnava edebî, le agirdanî řût
řût û qûtim, wek fiřûcî aweřût