mezaqim tałe bem jehraw û xwênawî xemî ’îşqit

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  102 Dîtin
mezaqim tałe bem jehraw û xwênawî xemî ’îşqit
derûn aşufteye daym, be toz û matemî ’îşqit
le kûrey dûrya sûta, hemû bergî wîsalî min
feqîrî kirdûyn qurban, ’ecayb ḧatemî ’îşqit
ezanî min leberçî şêt û sergeşte û herasanim?!
hucûmî kirde ser min, ey ’ezîza, ’alemî ’îşqit
birîndarî demî şîrî birot û tîrî mujganim
hemîşe xeste û gîrim, le ḧelqey edhemî ’îşqit
le deştî sînema hełsa, ẍubarî weḧşet û nefret
be zahîr çake bînayîm, be dił kwêrî temî ’îşqit
çilon jînêke ey diłber, ke min herdem nenałênim?
çilon neřjê îtir eşkim, be şêwey şewnemî ’îşqit?!
ciger dûpare bû řacîNasnava edebî, ẍemî dûbare dîsan hat
muḧeqqeq bû ke to fewtay, be tîẍî dûdemî ’îşqit