bênî şahî diłberanî nazkî gułbo nehat
Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
1 Xulek
261 Dîtin
bênî şahî diłberanî nazkî gułbo nehat
şemmeyî baxî behar û sebzewatî to nehat
da’îrey ’eqiłim le dest westawe, xwar û piř ẍełet
çunke bo teşrîḧî ’îşqim, cedwelî ebro nehat
zû le kûrey ’îşq kewtim, ta direngê damram
ey xuda bo şehrî yaran, bo le min bonso nehat?
sebir û aramim nemawe, tawî hîcirim kewte ser
mirdim û satê le dewrem, şîwen û řořo nehat
waleyî derdî fîraqim, gêl û sergerdanî to
daxî cergim, darûyî şewboyî zułfî to nehat
yar, ẍezalêke le kurdistan û maçîn xalîse
wexte kwêr bim, çunke şu’ley řûmetî îmřo nehat
cîsim û canim daye dest em diłberey ẍaretgere
ey ’eceb! carê be ’îşwe bo serî tapo nehat
dił le dawî bende, heqye, şwênî cîsmim nakewê
key legeł řoja ełêy, bo şem’î custuco nehat?!
katî merge řacyaNasnava edebî, řoyî jyanî bê wîsal
derdiman sed derde çunke, boyî yarî ko nehat