çende danîştim le kuncî xaneqa, yarim nehat

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  150 Dîtin
çende danîştim le kuncî xaneqa, yarim nehat
çend birîndar û nexoşim, merhemî zarim nehat
çend be hêş, firmêskî xwênîn hate lêşaw û xiroş
mat û nakam û herasan, yarî diłdarim nehat
bê der û řêge û ’îlac û quřbeser, degrîm û dêm
awî kewser, mîsk û ’enber, serwî gułnarim nehat
ey řefîqan, wa wicûdim tik be tik eřjête xak
çunke we’dî da û şikandî, her be aqarim nehat
min şehîdî ew diłaramem, be hîwa kuştimî
lew hemû karwanseraye, kes be hawarim nehat
ser le xakî zeḧmeta hełnabiřim, memgirne kax
her serey negbetme norey dad û dîdarim nehat
zeḧmete řacîNasnava edebî řehayît bê le dawî gułřuwanNusxeyên din: řacya, zeḧmet xelasît bê le cewrî gułřuxan
wek minî bêçare, dûçar bûm û, nîwçarim nehat!Nusxeyên din: wa zemanêke řefîqî kuncî hawarim nehat.