gełayî payzim dûr bê, le yar û xizmekan ey dost

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  114 Dîtin
gełayî payzim dûr bê, le yar û xizmekan ey dost
be řengî zerdî bê qîmet le koy piř qîmetan ey dost
fiłan kes bimkujê yaxo bibexşê, min çim û çibkem?!
be ẍeyrî ahî bêdadîy, le bazařî butan ey dost
tebîbî derdî yaran, yare îmřo bo minî ẍemgîn
xuda hełnagrê dujmin bika dermanî can, ey dost
le botey matema cergim kuła, îksîrî řût bêne
be mî’yarî lebit ke tecrebey zêřî ’eyan, ey dost
meraq û weḧşetî dinya bû, çêştî řoḧî naşadim
fereḧbexşê nebû damanî bigirim, «el’eman» ey dost
ezanim hênde bê řeḧmî, wekû gawir legeł îslam
nebû meylî sełaḧet key, legeł yexsîrekan ey dost
qeza nûsîwye karim, heta mirdin ke řacîNasnava edebî bim
řicagîrîy îtir xom xiste xaney dostan, ey dost