ey dił, çi ebestî to te’elluq be meḧałat?

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  184 Dîtin
ey dił, çi ebestî to te’elluq be meḧałat?
ger neqdî tełeb kasîde, bo çîme xesarat?
ta cergî min û dîdeyî to mestî ḧîsabin
agirgire dił, lem qesebey koyî ’îbadat
saqî were tałanî serim ke, ser û małim
nek xercî bika çerxî sema, fîtneyî ewqat
ya leşkire, ya za’îbeyî serwî řewanin
em desteyî zułfane, leser qametî ře’nat
gencî diłî wêrane, ke wêranî nyaze
maçêkî demit bes bû, ke netkirde mwafat
dił ḧazre bo mułkî tîcaret, be tefa’ul
wa kewte sefer qafîleyî fîkir û xeyałat
bem zułfe, eger qabîlî xinkandine řacîNasnava edebî
satê meke te’xîrî qenarey qed û bałat!