mijde bê ey dił, le ufqa řûyî dił’ara hełat
Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
1 Xulek
264 Dîtin
mijde bê ey dił, le ufqa řûyî dił’ara hełat
çare detwanî bikey derdit, eger sewda hełat
řûy le perdey şermewe hełhatuwe, gîrawe řoj
kewkebey xał û xetî, taqim be taqim wa hełat
şahî yaranî zeman, hatote xaney bezmewe
leşkirî ’eqił û edeb piştî şika, piřja, hełat
xaneyî tarîkî dił webzane zû bikirêtewe
wa cemałî diłberan wek talî’î beyza hełat
keşfî çon naka? xeyałatî diłî ẍembarî min
her demê, lew burcî řeḧmetda řuxî me’na hełat
çingî bazî çêştuwe, kewte şefeq řojî sema
yarî min hat û be sed zam û birîn ’enqa hełat
bo heway kurdî ’ezîz û xoşewîstim řacyaNasnava edebî
çîhreyî saẍer, le keffey şahîdî ře’na hełat